Eraqçî : Em ê pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê çareser bikin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Eraqçî têkildarî êrişên muhtemel ên îsralî yên li hember welatê xwe got: "Em şer naxwazin û em dixwazin pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê çareser bikin." Her wiha got ku bi êrîşên leşkerî, teknolojî û zanîn ji hişê mirov nayê jêbirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Eraqçî derbarê êrişên muhtemel yên îsraîlê de axivi.

Abas Eraqçî diyar kir ku ew pir caran dibihîzin ku dibe ku rejîma Îsraîlê dîsa êrîş bike û got:

"Şerê derûnî beşek ji şerê rastîn e û xuya ye ku ew niha di şerê derûnî de ne da ku tirsê li welêt biafirînin.

Ev yek nîşan dide ku ev beşek ji şerekî berfirehtir e."

Abas Eraqçî: Zanîn û teknolojî bi bombebaranê qet nayên hilweşandin

Eraqçî tekez kir ku tevî bombebarankirina Îsraîlê  ya li ser avahî û amûrên rejîma Îranê jî, lê zanîn û teknolojî qet bi bombebaranê nayên hilweşandin û wiha domand :

"Dibe ku hûn bikaribin avahî û amûran bi bombebaranê hilweşînin.

Lê bi êrîşên leşkerî, teknolojî nayê hilweşandin û zanîn ji hişê mirov nayê jêbirin.

Berî êrîşa leşkerî, gelê Îranê bi salan di bin dorpêçan de êş kişand, lê tu pirsgirêk nehatin çareserkirin.

Ji bilî çareseriyeke danûstandin û dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî çareseriyek din tune."

Abas Eraqçî: Qet baweriya me bi amerîkayê nayê

 Abas Eraqçî destnîşan kir ku wan qet baweriya xwe bi Amerîkayê wekî danûstandkarekî rast neaniye û wiha axivi:

Amerîka qet di tiştekî de rastgo nebûye û bi nerîna min tu kes nikare baweriya xwe bi Amerîkayê bîne.

Lê belê, ev yek hilbijartina dîplomasiyê asteng nake.

Bê guman, ev nayê wê wateyê ku em îhtîmala şer paşguh dikin."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Eraqçî li hember êrişên muhtemel yên îsraîlê asta amadekariyên welatê xwe destnîşan kir û bi van gotin axaftina xwe bi dawî kir:

Em bi tevahî amade ne û hêzên me yên çekdar û gelê me amade ne ku di her şert û mercî de welatê xwe biparêzin.

Rewşa niha ya Îranê bi gelê Îranê bi xwe ve girêdayî ye.

Ez ji Amerîkayê re şîret dikim ku rêzê li gelê Îranê û pergala ku wan ji bo xwe hilbijartiye bigire."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye