Bayindir: Rapora AKP’ê xizmeta çareseriyê nake

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir naveroka rapora AKP'ê ya derheqê pêvajoyê de ku bi rêya çapemeniyê hate belavkirin rexne kir û got: “Rapora AKP'ê xizmeta çareseriyê nake û li dijî ruhê pêvajoyê ye. Divê tavilê qanûnên aştiyê û azadiyê jî werin amadekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku parlamenterê Êlihê ye, ji Ajansa Welat re der barê rapora AKP'ê ya ku li ser çapemeniyê hate belavkirin û qanûna aştiyê de ya ku Abdullah Ocalan pêşniyar dike, nirxandin kir.

Rêberê Damezîrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di 27'ê Sibatê de da destpêkirin, di peyama xwe ya herî dawî de bal kişand ser girîngî û çêkirina qanûnên aştiyê û azadiyê.

Keskîn Bayindir da zanîn ku bi qasî ku li ser çapemeniyê hatiye belavkirin. Rapora AKP’ê ya ku dê pêşkêşî Komîsyonê-Serokatiya Meclîsê bê kirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ye.

‘Kevoka aştiyê bi yek baskê nafire

Keskîn Bayindir bal kişand ser banga 27'ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan bi banga 27'ê Sibatê gaveke dîrokî avêtiye û Rêxistinê bersiva vê bangê daye. Lê belê pirr zelal e ku bi gavên yekalî kevoka aştiyê nafire. Ev rastiya firîna kevoka aştiyê jî herî baş Dewlet Bahçelî anîbû ziman.”

‘Divê bi Mazlûm Ebdî re biaxivin’

Keskîn Bayindir bal kişand ser gengeşiyên li Sûriyeyê jî û axaftina xwe wiha domand: “Li Sûriyê zemîna çarseriyeke demokratîk ji bo gelên Sûriyê heye, lê mixabin dîsa Tirkiye dixwaze di neçareserkirinê de israr bike. Divê Tirkiye destpêkê ne bi Şera re, divê bi Mazlûm Ebdî re biaxive.

li vir dîmenên mazlûm ebdî bi kar bîne

‘‘Uçum zirarê dide pêvajoyê’’

Keskîn Bayindir anî ziman ku cardin daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum zirarê didin ruhê vê pêvajoyê ku ji xwe bi gavên yekalî hêdî hêdî pêş dikeve û wiha lê zêde kir: “Uçum îdia dike ku ji xwe dewletê di serî de ev pêvajo mîna çareseriya pirsgirêka Kurd negirtiye dest û hewil dide derbê li pêvajoyê bixe.

Bayindir got ku divê Uçum berî her tiştî pirsgirêka Kurd ne wekî pirsgirêka terorî wekî pirsgirêka demokrasiyê bibîne.

‘Bêyî qanûnên aştî û azadiyê nabe’

Keskîn Bayindir bal kişand ser qanûna aştiyê ku Abdullah Ocalan pêşniyaz dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêyî ku gavên qanûnî bên avêtin, qanûnên aştî û azadiyê bên derxistin mafê tu kesê tune ye li benda rêxistineke xwe fesixkirî û hêzên bi temamî vekişandî bimîne.Qanûnên aştî û azadiyê ku divê Parlamento derbixe dê bibin temînata jiyana hevpar. Dernexistina van qanûnan tê wateya berdewamkirina polîtîkayên heyî."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye