Şandeya YNK'ê serdana Bexdayê kir

Qubad Talebanî daxwaz dike hikûmeteke nû li gorî encamên hilbijartinê were pêkanîn. Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî jî da xuyakirin ku divê di avakirina hikûmeta nû de siyaseta Mam Celal bê bicihkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh êvarê, şandeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi seroketiya Endamê Polîtburoyê, Qubad Talebanî gihaşt Bexdayê.

Şandeyê serdana Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayiq Zêdan kir.

Ofîsa Qubad Talebanî destnîşan kir ku bi vegera li destûrê, beşeke mezin ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, wê çareser bibe.

Talebanî: Divê budceya Kurdistanê parastî be


Ofîsa Talebanî tekez kir ku divê pirsgirêka budceyê were çareserkirin û nabe êdî bi ti awayî, budce wekî mafekî destûrî yê xelkê Kurdistanê bikeve nav nakokiyên siyasî.

Şande bi sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedrê, Hadî Amirî re civiya û herdu aliyan behsa kûrahiya pêwendiyên stratejîk û dîrokî yên di navbera Rêxistina Bedr û YNK`ê de kir.

Qubad Talebanî bi Emîndarê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq, Qeys Xezelî re jî civiya.

Talebanî got:" YNK Bexdayê wekî kûrahiya stratejîk dibîne û divê pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin."

Divê hikûmet serwerî û serxwebûna Îraqê biparêze û ji bo pêşxistina aboriyê gavên bingehîn bavêje.

Qubad Talebanî  wiha bedewam kir "Erkê hikûmeta bê ya Îraqê ye ku dûrî nakokiyên siyasî, para budce û mûçeyê Herêma Kurdistanê dabîn bike."

Şandeya YNK'ê bi serokwezîrê Îraqê re civiya

Şandeya YNKê  bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Herdu aliyan hilbijartinên Parlamentoya Îraqê wekî destkefteke girîng a demokrasiyê ji bo hemû gelê Îraqê bi nav kir."

Li Bexdayê daxwaza bicihkirina siyaseta Mam Celal hat kirin

Her wiha Şandeya YNK`ê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî re jî, civiya.

Di civînê de, Nûrî Malîkî rol û pêgeha Celal Talebanî bi bîr anî û got:" ji bo çêkirina lihevkirinê û pêkanîna hikûmeta bê, divê heman siyaseta Mam Celal were bicihkirin." 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye