Ewropî li Londonê ji bo fînansekirina Ûkraynayê civiyan

Serokê Ûkraynayê Zelensky duh li Londonê bi lîderên Ewropî re civiya. Di hevdîtinê de, bikaranîna pereyên desteserkirî yên Rûsyayê ji bo Ûkraynayê hat gotûbêjkirin. Brîtanyayê pêşnîyaz kir ku 8 milyar Euroyê Rûsyayê transferê Ûkraynayê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky tûra xwe ya Ewrûpayê didomîne. 

Zelensky duh li paytexta Brîtanya Londonê bi lîderên welatên mezin ên Ewrûpayê re rûnişt. 

Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ursûla von der Leyen, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û çend rêberên ewrûpî re tevlî vê civînê bûn. 

Her wekî din jî, rêberên 7 welatên din ên Ewrûpayê, sekteterê giştî yê NATO`yê û nûnerekî payebilind ji Tirkiyeyê di civînê de amade bûn. 

Mijara sereke ya hevdîtinê rêûrêbazên fînansekirina Ûkraynayê bû. 

Di vê çarçoveyê de, bikaranîna pereyên desteserkirî yên Rûsyayê ku piranîya wan li Belçîkayê ne, hat nirxandin. 

Bikaranîna 78 milyar £ pereyên Rûsyayê ji bo Ûkraynayê 

Mîqtara pereyên li ser guftûgo hat kirin 78 milyar Euro ye. 

Piştî civînê hat ragihandin, di vê mijarê de alîyên civînê nêzîkî lihevkirinekê ne. 

Tevlî vê behsa pêşketinê hat kirin jî bikaranîna pereyên Rûsyayê rastî dijberiya Belçîkayê tê.  

Li Brukselê di berdêla160 milyar Euro de hebûnên fînansî yên rûsî hatine cemidandin.

Hikûmeta Belçîkayê bi fikar e ku Moskow siberojê pereyên xwe yên wê bên bikaranîn jê daxwaz bike.

London da xuyakirin ku li Brîtanyayê 8 milyar £ ji pereyên Rûsyayê hatine cemidandin.

Hikumeta brîtanî got, ew amade ye ku wan pereyan bide Ûkraynayê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye