Amerîka dê milyarek dolar bide Kolombiyayê

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze milyarek dolar alîkariya ewlehiyê bide hikûmeta serokê nû Kolombiyayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Derve diyar kir ku ev alîkarî wekî beşek ji pakêteke ewlehiyê tê dayîn ji bo piştgiriya rêveberiya Serok De La Esprilla bike da ku bigihîje armancên wan ên hevpar.

Serokê nû yê Kolombiyayê roja înê sond xwar ku ew ê li dijî sûcan raweste û aboriyê vejîne.

Trump di dema hilbijartinê de piştgiriya wî kiribû.

Wezaretê got ku rêveberiya Trump pêşwaziya tevlêbûna Kolombiyayê ya bi "Mertala Amerîkayayê" re kir.

Mertala Amerîkayayê hevpeymaniyeke leşkerî ye ku ji hêla Trump ve hatiye demizrandin.

Di vê hevpeymaniyê de rêberên rastgir hene ku soz dane, wê li dijî bazirganiya narkotîkê şer bikin.

Trump hewl dide hebûn û bandora Amerîkayê li Amerîkaya Latîn zêde bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye