Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê, derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de, hate gotin ku100 leşkerên artêşa Amerîkayê, tevî alavên xwe gihaştin balafirgeha Bauchî.
Li gorî daxuyaniya artêşê, hatina leşkerên DYA’yê di çarçoveya bersivdayîna banga fermî ya Hikûmeta Federal de pêk hat.
Ew jî da ku perwerdeya leşkerî û desteka teknîkî pêşkêş bikin û agahiyên îstîxbaratî bi hêzên Nîjeryayê re parve bike.
Li Nîjeryayê êrişên DAIŞ’ê, pevçûn, tundî û revandina bi armanca fidyeyê dewam dikin.
DYA’yê, demeke berê rexne li Hikûmeta Nîjeryayê kiribû ku nikare tundiyê kontrol bike.
Amerîkayê, di 25’ê Kanûna 2025’an de bi hemahengiya Hikûmeta Nîjeryayê, operasyoneke hewayî li eyaleta Sokoto li dijî DAIŞ’ê pêk anîbû.