Li gorî Iran Inetrnational, Serokê Şaxa 15'emîn a Dadgeha Îranê, Abûlqasim Selewatî, di dema darizandineke online de cezayên darvekirinê da herî kêm 14 xwepêşanderan.
Di rojên dawî de, dadweriya dewleta Îranê pêvajoya darizandin û dayîna cezayên darvekirinê ji bo xwepêşanderan zêde kiriye.
Iran International, di 16'ê sibatê de, ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, cezayê darvekirinê li Abûlfezl Kerîmî, Mihemed Emîn Bîglerî û Elî Heyderî ragihand.
Xwepêşanderên Îranî bi tawanên giran re rû bi rû dibin
Her wiha di 15'ê sibatê de, dadweriyê, yekem rûniştina doza Ihsan Huseynîpûr Hisarlo, Metîn Mihemedî û Erfan Emirî li dar xist.
Ev sê xwepêşander bi tawanên wekî "şewitandina Mizgefta Seyid El-Şuheda li Pakdeştê û beşdarbûna di kuştinê de" hatine girtin.
Li gorî raporan, di dema xwepêşandanên Îranê de, bi deh hezaran kes hatine girtin û gelek ji wan bi tawanên giran re, rû bi rû ne.
Ev yek di demekê de tê ku hin malbatan ragihandine ku di bin zexta dezgehên ewlehiyê de ji axaftina bi medyayê re hatine astengkirin.
Dezgehên Ewlehiyê hin goristan girtin
Malbatên hin qurbaniyan, ragihandin ku goristana Arak bi boneya 40 rojiya qurbaniyên xwepêşandanên Îranê hatiye girtin.
Li Goristana Buhişt-Zehra ya Tehranê jî atmosfereke ewlehiyê ya bilind hatiye damezrandin.
Hejmarek ji malbatan berê daxwaz kiribûn ku merasîma 40 rojiya qurbaniyan di 18 û 19'ê sibatê de were lidarxistin.
Atmosfera ewlehiyê, li goristanan ewqas teng bûbû ku ji bo welatiyan ne pêkan bû ku merasîmên xwe li dar bixin.