Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de, 15 kes hatin binçavkirin

Di lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, ku ji 5’ê Çileya 2020’an û vir ve li Dêrsimê winda ye, pêşketinek nû rû da. Hevjîna Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, bi 15 kesên din re ku 3 ji wan bijîşk in, hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê bi rê ve dibin de, li Xarpêtê, Meletiyê, Enqereyê, Stenbolê û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin kirin. 

Di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, kesek ku tê gotin mudaxileyî telefona Doku kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. 

Binçavkiriyan birin midûriyetên polîsan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye