Di demên dawî de li Başûrê Kurdistan û Îraqê rojevên tekildarî geşedanên li herême zêdetir germ dibin û derdikevin pêş.
Piştî hevdtînên nûnerê serokê Amerîkayê yê ji bo karên Îraq û Sûriyê Tom Barack ku di vê mehê de li Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê kir geşedan û bûyer zêdetir bûn.
Hevdîtinên ji bo avakirina hikumet û aktîfkirina parlementoyê Başûrê Kurdistanê ketin rojevê.
Ji bo radestkirina çekên di destê koman de zexteke zêde derketiye pêş.
Operasyona gendeliyê li paytext Bexdayê teqiya.
Wê hevpeymaniya YNK û Nifşa Nû 2’yê tîrmehê bê îmzekirin
Hewldanên dawî yên ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û çalakirina parlamentoya Herêmê ti encamek jê derneket.
Lê lêgerînên aliyan yên cuda jî didomin.
Endamê Rêveberiya Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Salar Laleserhed ji medyaya nêzîkî xwe re eşkere kir ku wê hevpeymaniya YNK û Nifşa Nû 2’yê Tîrmeha 2026’an bê îmzekirin.
Salar Laleserhet anî ziman ku wê merasîma îmzekirinê li Silêmaniyê bê kirin.
Salar Laleserhet têkildarî navê hevpeymaniya xwe jî got:
“Navê hevpeymaniya me ‘Hevsengî û Vejîn e’.
Wê merasîma îmzekirinê jî li otela Şarê Ciwan a Silêmaniyê bê îmezkirin.
Wê Bafil Talebanî û Şasuwar Ebdulwehîd jî amade bibin.
Ev lihevkirina di navbera YNK û Nifşa Nû de wê Herêma Kurdistanê û Îraqê jî bigire nava xwe.”
Hikûmeta Îraqê dema dawî ya ji bo radestkirina çekan diyar kir
Li aliyekî din hikûmeta Îraqê ji bo komên girêdayî Heşdî Şabî heta 30’ê Îlonê çekên xwe radestî saziyên dewletê bike dem da wan.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bal kişand ser radestkirina komên çekdar a radestkirina çekên xwe ya ji bo dewletê.
Heyder Ebûdî anî ziman ku dema herî dawî ya ji bo radestkirina çekan a ji bo dewletê 30’ê îlona 2026’an.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî bal kişand ku her gava ev dem qediya her kesê çek li destan be wê weke ‘ne yasayî û ne rêxistinkirî’ qebûl bike.
Operasyona gendeliyê ya li paytext Bexdayê
Li milekî din jî bandora operasyona gendeliyê ya li paytext Bexdayê jî didome.
Hêzên ewlehiyê yên Îraqê li herêma Kesk û herêmên derdora wê yên li navenda Bexdayê, berî du rojan li dijî gendeliyê operasyoneke berfireh pêk anî bûn.
Di encama vê operasyonê de 47 parlamenter û berpirsên Îraqê bi sûcê gendeliyê hatine girtin.
Dadgeha Îraqê ragihandi bû ku di çarçoveya bicihanîna biryaran de, heta niha dest danîne ser zêdeyî 98 milyar dînar û 11 milyon dolarî, tibabeke zêde ya zêr, milk û xaniyên ku girêdayî vê operasyonê.