Rejîma Baas ket, HTŞ derket pêş

Li Sûriyê rejîma Baas a ku 61 salan li ser desthilatdariyê bû, beriya salekê weke îro, ket. HTŞ’ê û komên çekdar, hatin ser desthilatdariyê. QSD’ê nehişt ku dewleta Tirk ji rewşê sûd werbigire û li Sûriyê qada dagirkeriyê berfireh bike. Îsraîl jî piştî salekê ji ketina rejîma Baasê, li başûrê Sûriyê, bi pêş de hat. HTŞ’ê, di hundir salekê du komkujî û gelek binpêkirin, pêk anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Heyet Tehrîr El Şam, di 27’ê Mijdara 2024´an de "Operasyona Astengkirina Êrîşan" dabû destpêkirin. 
HTŞ’ê sûd ji mercên herêmî û navneteweyî yên ku hevsengiya hêzan li herêmê guhertin, wergirt û ev operasyon da destpêkirin.


Êrîşên bilez û rûxandina rejîmê


Îsraîlê ku sûd ji sistbûna Îranê ya li Sûriyê û Lubnanê wergirt, li baregehên Hizbullah û milîsên Îranê xist. 
Di encamê de, binesaziya leşkerî ya rejîma Sûriyê lawaz bû û leşkerên wê ji eniya li beramberî herêmên kontrola HTŞ’ê, vekişiyan. 
Bi vê vekişînê re zemînek ji HTŞ’ê re çêbû, da ku êrîşeke berfireh bide destpêkirin.
Operasyonê, ji gundewarên rojavayê Helebê, dest pê kir. 
Di nava 48 saetan de, rejîma Baasê piraniya herêmên li rojava û başûrê Helebê û beşeke mezin a gundewarên rojhilatê Idlibê ji dest dan.
Destpêka Kanûna 2024’an, HTŞ’ê Heleb bi temamî kontrol kir û hêzên rejîma Baasê ber bi  Hemayê ve vekişiyan
5’ê Kanûna 2024’an bajarê Hemayê jî ket bin kontrola HTŞ’ê û hêzên rejîma Baasê li Şam, Hums û gundewarên Dera û Quneytîrayê asê man.


Komên li başûr destwerdan kirin, paytext ket bin zextê


Li başûrê Sûriyê, komên xwecih, Dera û gundewarên wê xistin bin kontrola xwe. 
Di heman demê de HTŞ’ê, êrîş li dijî Humsê da destpêkirin. 
Di encamê de hêzên rejîmê bêyî ku şer bikin ji Humsê vekişiyan û Şam tenê di destê wê de ma.
Di 8’ê Kanûna 2024’an de, hêzên êrîşkar ketina xwe ya nava Şamê û reva Beşar Esed ber bi Moskovê ve ragihand. 
Di 8’ê Kanûnê de, Ebû Mihemed el-Colanî mîrê HTŞ'ê gihişt Şamê.

QSD’ê rê li ber komên çekdar girt

Li bakurê Sûriyê, komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk, hewl dan sûdê ji rûxandina bilez a rejîma Baasê werbigirin, da ku qada dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bikin. 
Li ser vê yekê êrîşên berfireh dan destpêkirin. 
Lê şervanên QSD'ê, bersiva êrîşan dan.
Artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê, êrîşên xwe li ser gundewar û Bendava Tişrînê, berdewam kirin. 
QSD’ê, tevî zextên dewleta Tirk ên li ser Minbicê û Bendava Tişrînê jî, herêm parast û nehişt ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê belav bibin.
Piştî salekê ji ketina rejîma Baas'ê û hatina HTŞ'ê ser desthilatdariyê, gel xwedî hêviyên mezin bûn, lê mixabin hêvî têk çûn û li welêt ev bûyer qewimîn:

Îsraîlê tesîsên leşkerî rûxandin

Îsraîlê, di 11’ê Kanûna 2024’an de operasyoneke hewayî ya berfireh li ser tesîsên leşkerî yên rejîma Baasê, da destpêkirin. 
Tê gotin ku ji sedî zêdetirî 90'î, pêkhatina leşkerî ya artêşa rejîmê rûxand. 
Îsraîl li başûrê Sûriyê, bi pêş de hat û kontrolkirina xwe fireh kir.
HTŞ’ê, artêş û dezgehên ewlehiyê hilweşandin û qada leşkerî ji aliyê gelek koman ve ku xwe weke artêşa Sûriyê nîşan didin, tê kontrolkirin.
Çekdarên biyanî yên girêdayî El Qaîdeyê di cihên girîng de hatine erkdarkirin. 
Her wiha HTŞ'ê, komkujî hem li Peravê û hem jî li Siweydayê pêk anîn û di encamê de,1700 Elewî û 638 Durzî hatin qetilkirin û bi sedan kesên din jî hatin revandin.
HTŞ'ê ambergo li ser taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê pêk anî.
Hîna jî penaber, venegeriyan cih û warê xwe.
Li Sûriyê bêyî beşdsrbûna hemû pêkhateyan, qaşo hilbijartinên parlementoyê, hatin lidarxistin.
10 hezar û 923 kes ji ber binpêkirin û tundiya ku hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê pêk anîne, hatin kuştin. Ji wan 8 hezar û 180 sivîl in ku 438 zarok û 620 jê jin in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye