Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Saree diyar kir ku operasyonê bi serkeftî, armanca xwe pêk anî.
Yahya Saree da xuyakirin ku operasyonên balafirgehê rawestandine û bi mîlyonan Siyonîstên dagirker bi ber stargehan ve, reviyan.
Saree anî ziman ku ev operasyon wekî serkeftinek ji bo gelê Filistînî û mucahîdên wan ên ezîz û wekî bersivek ji bo sûcên qirkirin û birçîbûnê yê li dijî Şêniyên Xezeyê, hatine kirin.
Ji Cotmeha 2023an ve, Hûsiyan êrîşên xwe yên li ser cihên li Îsraîlê berdewam dikin û îdia dikin ku ew bi vî operasyonê piştgirî didin Xezeyê.