Îsraîlê êrîşî başûrê Libnanê kir: Herî kêm 11 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê de, herî kêm 11 kes hatine kuştin. Li aliyekî din jî, Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got, wan Elî Semîr Hecî Hesen, ku fermandarekî Feyleqa Ridwan a Hizbullahê ye, kuştiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Libnan û Îsraîlê, tevî danûstandinan û hin lihevkirinan, berdewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de, herî kêm 11 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got ku wan bi bersivekê li hember çalakiyên ku leşkerên wan hedef digirin, li başûrê Libnanê binesaziya Hizbullahê hedef girtiye.

Her wiha Hizbullahê di daxuyaniyekê de da zanîn ku êrîşên li ser Libnanê "wê bi bersiveke guncaw re rûbirû bimînin"

Ji 2’yê Adarê vir ve, di şerê dawî yê li Libnanê de, herî kêm 4 hezar û 300 kes hatine kuştin.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Hizbullah bi binpêkirina agirbestê û êrîşkirina ser leşkerên Îsraîlê, tawanbar kir.

Nivîsgehê bi awayekî neyekser qebûl kir ku sivîl jî birîndar bûne, lê Hizbullah bi bikaranîna mertalên mirovî tawanbar kir.

Îsraîl: Me fermandarekî feyleqa Ridwan a Hizbullahê kuşt

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got ku wan Elî Semîr Hecî Hesen, ku fermandarekî Feyleqa Ridwan a Hizbullahê ye, kuştiye.

Her wiha Elî Semîr Hecî Hesen bi navê Ebû Hesen Alaa tê nasîn.

Saziyên ragihandinê yên nêzîkî Hizbullahê wî bi navê Elî Mihemed Fexridîn didin nasîn.

Artêşê da zanîn ku wan ev yek bi armancgirtina baregeha sereke ya Feyleqa  Ridwan li Ensarê pêk naiye.

Li aliyekî din, Serokê Parlamentoya Libnanê û hevalbendê Hizbullahê Nebîh Berî, di daxuyaniyekê de daxwaza yekîtiya neteweyî kir.

Nebîh Berî diyar kir ku piştgirên danûstandinên aştiyê û peymanên agirbestê xwest berî ku dereng bibe, berpirsyariya rawestandina şer bigirin ser xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye