Li Hema, Hums, Dera û Dêra zorê bi rêbazên cuda di nava du rojan de gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gundewarê Hemayê di êrîşeke nenas de kesek hat kuştin û 2 birîndar bûn
Li gundê Resîf ê girêdayî Parêzgeha Hemayê di êrîşa çekdarek nenas bi bombeyekê li ser xaniyê malbatekê de, ciwanê bi navê Ezîz Mihemed Selûm hat kuştin û xwişk û biraziyê wî jî birîndar bûn.
Heta niha jî tu agahiyên fermî der barê êrîşê de nehatiye naskirin.
Li Hemayê dermanfiroşek hat kuştin
Li heman Parêzgehê li taxa başûrê stadyûmê dermanfiroşê bi navê Îbrahîm Tirkawyî di hundirê dermanxaneya xwe de bi 3 guleyan hat kuştin.
Sedema kuştina wî û nasnameya êrîşkaran heta niha ne diyare.
Li Humsê ciwanê bi navê Nadir Tenûs hat kuştin
Li bajarê Humsê jî bi taybet li taxa Kerem Loz ciwanê bi navê Nadir Tenûs di êrîşeke bi guman de hat kuştin.
Tenûs beriya niha ji Siwêdê vegeriyabû Sûriyeyê û li Humsê bi cih bibû.
Tenûs dema ji kar vedigere mala xwe bi giranî rastî guleyan tê.
Di encamê de birîndar dibe, piştre ji ber giraniya birîndariya xwe jiyana xwe ji dest dide.
Li Derayê di teqîna bermahiyeke şer de ciwanek birîndar bû
Li Derayê di encama teqîna bermahiyek şer li ser riya Sed, ciwanek bi giranî birîndar bû.
Piştre ew ciwan ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Şêniyên herêmê jî pêwîstiya lezgîn a zêdekirina operasyonên paqijkirinê û bilindkirina hişmendiya raya giştî li ser xetereyên têkildar daxwaz kirin.
Li Dêra Zorê kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû
Li gundê Casimî yê girêdayî Dêra Zorê jî d encama gulebarana endamên Ewlehiya Giştî kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Çavdêriya Mafê mirovan a Sûriyê ragihand ku dema her dû kesan hewil didan nêzîkî bîreke petrolê bibin rastî êrîşê hatin.
Li gorî çavkaniyan ji destpêka salê de û heta niha di encama êrîşên nenas û teqînên bermahiyên şer 235 kes hatine kuştin û 344 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Di nav wan de 85 zarok û 8 jî jin in.