Wezareta perwerdeye ji mamosteyên Kurd ên ji 3 parêzgehan re ezmûn pêk anî

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyê ji mamosteyên zimanê kurdî yên ji Reqa, Hema û Şamê re, ezmûnên hînkirina bi zimanê kurdî, li dar xist.

reset font size increase font size

Eezmûn li paytexta Sûriye Şamê hat lidarxistin.

Li gorî wezaretê 120 mamosteyên kurd ezmûnên ku ji 50'î pirsî pêk dihatin, pêşkêş kirin.

Rêveberê pêşeketina Biranşên perwerdeyê D. Ismet Remezan li ser mijarê axivî.

D. Ismet Remezan diyar kir ku ev ezmûn wê jêhatiyên mamosteyan di dayîna waneyan de, pisporiya wan di zimanê kurdî de, tevî rêziman û astên wê, nîşan bide.

Ismet Remezan eşkere kir ku piştî vê ezmûnê wê mamosteyên serkeftî, zimanê kurdî li her sê parêzgehan bidin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye