Xwepêşanderan anî ziman ku wan berê soz ji Rêveberê Kompaniyaya Petrolê ya Sûriyê Yûsif Qeblawî û Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hilalî wergirtibûn, ku dê wan tevlî yek ji kompanyayên Petrolê yên li Parêzgeha Hesekê bikin.
Di encama vê yekê de karkeran tenê 3 mehan di Kompaniyaya Amerîkî ya Petrolê de kar kir.
Piştre bê sedem girêbestên wan ên kar hatin betalkirin.
Xwepêşanderan bang li rayedarên têkildar ên di nava hikûmeta Sûriyê de kir ku bi lez rewşa wan çareser bikin.
Her wiha sozên der barê tesbîtkirina wan a tam di Kompaniyayên petrolê yên li Parêzgeha Hesekê de bi cih bînin û vegerandina wan ser kar misoger bikin.