Li Îranê agirekî nenas li devera Parandê derketiye

Medyaya dewleta Îranê, ragihand ku agir li devera Parandê nêzîkî Tehrana Paytext derketiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya dewleta Îranê, vîdyoyên ku dûman li ser deverê radibe, nêzîkî çend deverên leşkerî û stratejîk ên Tehranê ye, weşand.

 

Daîreya Agirkujiyê ya Parandê idîa kir ku "Dûyê reş ê ku li nêzîkî bajarê Parandê hatiye dîtin, ji ber şewata giyayê li qeraxên Çemê Parandê çêbûye. Agirkuj li cihê bûyerê ne û agir tê vemirandin."

 

Her wiha Artêşa Îranê, da zanîn ku agirê ku li baregeheke leşkerî li Tehranê derketiye, hatiye kontrolkirin.

 

Îranê, di salên dawî de,  li tesîsên pîşesazî û leşkerî an jî li nêzî wan, gelek şewat û teqîn dîtine.

 

Rayedaran, gelek caran van bûyeran, bi sedemên teknîkî (qutbûna elektrîkê, şewata giyayê, an qezayên pîşesaziyê) ve girê dane.

 

Ev bûyer, di demekê de tê ku di demên dawî de, di navbera Tehran û Washingtonê de, alozî zêde bûne û ihtîmala derketina şer heye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye