Rêxistina Mafê Mirovan a Herana têkildarî bîlançoya 9 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, raporek belav kir.
Rêxistina Herana da xuyakirin ku di nava 9 rojan de li 222 navçe, 78 bajarok û 26 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakî hatine lidarxistin.
Rêxistinê diyar kir ku di xwepêşandanan de, 990 xwepêşander ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine binçavkirin, 19 xwepêşander jî hatine qetilkirin û 51 jî birîndar bûne.
Rêxistina Herana ragihand ku di dema xwepêşandanên li navçeya Xurem Abadê de, hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê êşkence li Parêzer Nasir Rezayî kirin.
Di 28’ê Kanûna 2025’an de, ji ber qeyrana aborî, siyasî û civakî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan dest pê kirin.
Xwepêşandan di roja 9’an de, berdewamin û xwepêşanderên birîndar bûne ji tirsa binçavkirinê, serdana nexweşxaneyê nakin.