Duh nîvro Fermandarên QSD`ê bi rayedarên Hikûmeta Veguhêz re li Şamê civiyan, her wiha derbarê naveroka civînê de QSD'ê daxuyaniyek da:
Daxuyanî wiha ye:
"Di çarçoveya diyalogeke fermî de, fermandarên QSDˊê bi rayedarên hikumeta Şamê re civiyan û dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî nîqaş kirin.
Her du aliyan li hev kirin ku di qonaxa bê de jî civînan bidomînin, da ku nîqaşan temam bikin û vê mijarê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin, heta ku encamekê bi dest bixin."