Serdozgeriya Komarê, li ser bingeha raporên MASAK’ê (Serokatiya Lijneya Lêkolînê ya Sûcên Aborî), ferman da ku der barê mal û milkên di cih, wesayît û hesabên bankê de, lêkolîneke berfireh were kirin.
Bi taybetî, rayedaran xwest ku were lêkolînkirin ka ev milk çawa hatine bidestxistin, kîjan kesan pere dane û çavkaniya zêdebûnên neyasayî yên di mal û milkên wan de çi ye.
Hat çespandin ku Şukru Eroglu ku polîs e û têkildarî dozê niha girtî ye, piştî windabûna Gulistan Doku, 16 milkên neguhêzbar bi dest xistine.
Serdozgeriya Komarê ev danûstandinên ku piştî sala 2019’an pêk hatine, wekî "girîng û pêwîstiya wan bi ravekirinê heye" nirxandin.