Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê îdia kir ku wan ji sedî 90’ê taxa Şêx Meqsûdê kontrol kiriye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê ev îdia derewand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz îdia kir ku wê ji sedî 90’ê taxa Şêx Meqsûdê kontrol kiriye. Em teqez dikin ku ev îdia derew in, xapandin e û tu rastiya wan tune ye. Lê di çarçoveya hewldanên binkeftî de tên belavkirin da ku sûc û binpêkirinên mezin ên ku milîsên Şamê li dijî sivîlan pêk tînin, veşêrin.
Li ser erdê, li eniyên taxa Şêx Meqsûdê şerên dijwar ên kolanan li dijî çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz tên kirin û derbên giran li wan hatine xistin.
Her wiha êrîşên hovane yên bi tank û obîsan li ser taxê dewam dikin. Ev êriş sûcên sîstematîk in, armanc jî belavkirina tirsê di nava şêniyan de, wêrankirina binesazî û nexweşxaneyan e ku binpêkirina tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî û mirovî ye.”