Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHP'yî Ekrem İmamoglû, di 19'ê Adarê de hatibû binçavkirin û ji 23'ê Adarê vir ve bi tohmeta gendeliyê li Girtîgeha Silivriyê girtî ye.
Parêzerên Îmamoglû jî ji bo mûvekilên wan bê berdan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn.
Serlêdana parezeran hatiye qebûlkirin û her wiha heyeta dadgehê biryar girtiye ku dosyaya Îmamoglu bigre pêş dosyayên di destê wan de.
Parêzerê Îmamoglû Mehmet Pehlivan, li ser hesabê xwe yê X'ê ev tişt parve kir:
"Ev biryara nirxandina pêşîniyê ya ji aliyê DMME'yê ve di serlêdanên ji Tirkiyê yê heta niha de tiştekî kêm e."