Li Îranê di heftiyekê de 30 girtî hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ têkildarî bîlançoya cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di heftiyekê de 30 kes hatine darvekirin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojhilatê kurdistanê û Îranê girtin û darvekirina welatiyên Kurd berdewam dike.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ di hefteya 80'yan a çalakiya xwe de, bi daxuyaniyekê bîlançoya cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava heftiya borî de 30 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin û ji wan 2 jin in. 

Her wiha hate destnîşan kirin ku li girtîgeha Urmiye ya li Rojhilatê Kurdistanê 4 tiliyên 3 girtiyan bi şêweyeke hovane û dermirovî weke "ceza" hatine birîn.

 

Li girtîgeha Qezilhesarî Kirmanc çarenûsa 5 girtiyan ne diyar e

 

Kampanyaya Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê da zanîn ku hîna çarenûsa 5 girtiyên siyasî yên bi navê Luqman Emîn Pur, Hemze Siwarî, Reza Selman Zade, Spêhr Îmam Cuma û Mistefa Remezanî yên endamên Kampanyaya Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê nediyare.

Her 5 girtiyên siyasî li girtîgeha Qezilhesarî Kirmanc tên girtin û di 27’ê Tîrmeha îsal de bi şêweyek hovane ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine êşkence kirin û xistine hucreya yek kesî.

Kampanyaya Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû azadîxwaz, çalakvan, kesûkarên girtiyên siyasî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ dengê xwe bilind bikin.

Her wiha Rêxistina Efûya Navneteweyî kiryara hovane ya li girtîgeha Urmiyeyê, bi daxuyaniyekê şermezar kir û desthilata dadweriyê bi "çeka makîneya îşkenceyê" bi nav kir.

Kampanyaya "Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê" di 9’ê Çileya 2023’yan de wek nerazîbûna li dijî cezayê darvekirina girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate damezrandin. Her sêşem endamên rêxistinê dest bi greva birçîbûnê dikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24