Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, nûnerên saziyan û şêniyên bajêr beşdarî merasîmê bûn.
Parêzgar Nûredîn Ehmed deriyê postexaneyê vekir, piştre li karmendên wê guhdarî kir û mekanîzmeya jinûveçalakkirinê û pêşxistina xizmetan gotûbêj kirin.
Nûredîn Ehmed di civîneke çapameniyê de diyar kir ku ew çalakkirina hemû navendên xizmetguzariyê didomînin, da ku karûbarên şêniyan rêk bixin û mûçeyên kesên malnişîn bidin.
Her wiha anî ziman ku ew dixebitin ku projeyên xizmetguzarî û geşpêdanê berfireh bikin û li hemû navendan postexaneyan ji nû ve vekin.
Di heman demê de postexaneyên bajarokên Çilaxa û Rimêlanê jî hatin vekirin.