Berdevkê PDK`ê, Mehmûd Mihemed, di civîneke çapemeniyê de got, erka hemû partiyên siyasî ye ku ji vê rewşa bêçalaktiyê derkevin.
Mehmûd Mihemed diyar kir ku divê ew ber bi aliyekî ve biçin ku di berjewendiya gelê Başûrê Kurdistanê de be.
Berdevkê PDK`ê da xuyakirin, ku hewldanên partiyên siyasî yên serketî yên li derveyî YNKê û PDKê di şikandina rewşa bêçalaktiya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de bi bandor bûn.
Berdevkê PDK'ê: Divê em ber bi aliyekî ku di berjewendiya gel de be biçin
Der barê dubarekirina hilbijartinan jî Mehmûd Mihemed wiha got:
"ger em piştrast bin rêyek heye parlamento ji nû ve were aktîfkirin û hikûmet were avakirin, pêwîstî bi hilbijartinek ji nû ve tune ye."
Beriya 20 mehan gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê pek hat, lê heya niha kabîneya dehemîn nehatiye avakirin.