Li Norweçê ya ku nifûsa wê 5.6 milyon e, zêdetirî 4 milyon dengder ji bo hilbijartina 169 endamên meclisa neteweyî ya Stortingê çûn ser sindoqan.
Partiya karkeran 28.1 deng wergirt
Di hilbijartinên ku duh pêk hatin de, Partiya Karkeran a di bin serokatiya Serokwezîr Jonas Gahr Store wek partiya yekem cihê xwe girtiye. Li gorî encamên destpêkê, Partiya Karkeran 28.1 deng wergirtiye.
Hevpeymaniya çep-navendî ya ji Partiya Karkeran, Partiya Sor (R), Partiya Çep a Sosyalîst (SV), Kesk (MDG) û Partiya Navendê (SP) 87 kursî bi dest xistin.
Ev Hevpeymanî ya di bin serokatiya Partiya Karkeran de ku 98 sal in di hilbijartinan de dibe yekem, ji 169 kursiyan benda 85 kursiyan derbas kir.
Hevpeymaniya rast-navendî ya bi pêşengiya Partiya Pêşveçûnê (FRP) ya muxalefetê û Partiya Muhafezekar (H) 81 kursî bi dest xistin.
Li gorî encamên destpêkê, Partiya Pêşveçûnê ji sedî 24,2 deng girt û bû duyemîn.
Her wiha Partiya Muhafezekar ji sedî 14,5 deng girt û bû sêyemîn.
Partiya Navendê ji sedî 5,8, Partiya Çep a Sosyalîst ji sedî 5,4, Partiya Sor ji sedî 5,3, Partiya Keskan ji sedî 4,5, Partiya Demokrat a Xiristiyan ji sedî 4,3 û Partiya Lîberal ji sedî 3,6 deng wergirt.
“Pêdiviya wê bi piştgiriya partiyên biçûk heye”
Hat diyarkirin ku hikûmeta kêmanî ya di bin serokatiya Serokwezîr Store de ye, ji bo desthilatdariya xwe bidomîne pêdiviya wê bi piştgiriya partiyên biçûk heye.
Di dema pêvajoya hilbijartinê de, bi mijarên siyaseta navxweyî yên wekî enflasyon, tendirustî, perwerde, edalet û gefên bacê yên DYA’yê re mijûl dibû, her wiha şerê Xeze û şerê Rûsya-Ûkraynayê wek rojevên sereke derketin pêş.
Partiya karkeran xwe ji bo avakirina koalîsyonekê amade dike
Piştî serketina Partiya Karkeran di hilbijartinê de, tê texmînkirin ku di demek nêz de dest bi hevdîtinên ji bo avakirina koalîsyonekê bike. Jonas Gahr Store hîn jî peywira serokwezîriyê dimeşîne.
2 parlamenterên Kurd dîsa ketin parlamentoya Norwecê
Di hilbijartinan de, du namzetên Kurd ji nû ve hatin hilbijartin û ketin parlamentoyê.
Seher Aydar ji Partiya Sor û Manî Huseynî jî ji Partiya Karkeran dîsa wekî parlamenter hatin hilbijartin.