Lubnan ji bo bêçekkirina Hizbullahê planeke din danî

Wezîrê Karê Derve yê Lubnanê Yûsif Recî diyar kir ku wan plan kiriye da ku Hizbullahê li seranserî sînorên bi Îsraîlê re bêçêk bikin.Li gorî Recî qonaxa yekemîn ya planê wê di 3 mehan de temam bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Recî ji ajansa AFP’`yê re ragihand ku plana artêşê ji pênc qonaxan pêk tê.

Ji bêçekkirina herêma li başûrê çemê Lîtanî heta dawiya Mijdara 2025`an dest pê dike.

Yûsif Recî eşkere kir ku bi qasî 30 kîlometreyan ji sînorên bi Îsraîlê re, wê tevahî dîmenên leşkerî di nav de çek, depoyên çek û heta leşker li herêmê nemînin.

Ji bo bidawîkirina şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bi navbeynkariya Amerîkayê, lihevkirina agirbestê li Lubnanê pêk hatibû.

Li gorî lihevkirinê; divê çek tenê di destê saziyên fermî de be û êriş di navbera her du aliyan de rawestin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24