Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di salvegera 15'emîn a şoreşa Sûriyê de daxuyaniyek da.
MSD'ê diyar kir ku ev şoreş gaveke dîrokî bû, tê de Sûriyan îradeya xwe ji bo guhertin û avakirina dewletek li ser bingeha azadî, rûmet û edaletê nîşan dan.
MSD'ê bi bîr xist ku welatiyên Sûriyê li bajar û bajarokên cuda daketin kolanan û mafên xwe yên bingehîn xwestin.
Meclisa Sûriya Demokratîk bal kişand ser pirrengiya Sûriyê û wiha got:
Divê siberoja welêt li ser îradeya gel, serweriya hiqûqê û rêzgirtina ji bo pirrengiyê, were avakirin.
MSD'ê destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Beşar Esed dawî li serdemeke dirêj a zordarî û dûrxistina siyasî anî û rûpeleke nû di dîroka Sûriyê de vekir.
Van veguherînan ji bo ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên saxlem, bidawîkirina tundiyê û vekirina rê li ber qonaxeke nû ya neteweyî, derfeteke dîrokî peyda kir.
MSD'ê banga destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk a rastîn a li ser bingeha diyalogeke neteweyî ya berfireh kir ku beşdarbûna hemû welatiyên Sûriyê bêyî cudahî misoger bike û nivîsandina peymaneke civakî ya nû ku dewleteke sivîl a demokratîk li ser bingeha hevkariyê ava bike."
Her wiha bal kişand ser girîngiya ji nû ve avakirina saziyên dewletê li ser bingehên pîşeyî û neteweyî, xurtkirina serweriya qanûnê û pejirandina modelên rêveberiya demokratîk.
Di dawiyê de, MSD'ê ji bo berxwedan û qurbanîdana wan di şoreşa Sûriyê de, hemû gelê Sûriyê silav kir.