Li gorî Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî milyonek kes piştî neh mehan ji hilweşandina Serokê berê Beşar Esed vegeriyane Sûriyê.
Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di daxuyaniyekê de got ku ji kanûnê vir ve 1.8 milyon kesên din ên ku ji hundir ve koçber bûne vegeriyane deverên xwe yên resen.
Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku kesên ku vedigerin bi malên wêranbûyî, binesaziya zirardar, derfetên kar ên sînorkirî û rewşek ewlehiyê ya nearam re rû bi rû ne.
Filippo Grandi: Divê welat pêştgiriyê bidin ji nû ve avakirina Sûriyê
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi bang li civaka navneteweyî, sektora taybet û Sûriyên li derveyî welêt kir ku piştgiriya xwe ji bo ji nû ve avakirina welêt zêde bikin.
Grandi got: Ev derfeta heyî kêm e ji bo çareserkirina yek ji krîzên koçberiyê yên herî mezin ên cîhanê.
Li gorî Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 7 milyon kes li Sûriyê koçberên navxweyî mane, di heman demê de zêdetirî 4.5 milyon kesên din jî wekî penaber li derveyî welêt dijîn.
Hejmara kesên ku ji Tirkiyê vegeriyane Sûriyê dighêje 640 hezarî
Ji ber rewşa Sûriyê di dema rêjîm Baisê de gelek kes koçberî Tirkiyê û Libnanê bûn.
Li gorî daneyên ku ji hêla Komîsyona Hêzên Demokratîk ên Sûriyê ve di dawiya nîsanê de hatine weşandin, hejmara kesên ku ji Tirkiyê vegeriyane Sûriyê dighêje 640 hezarî.
Di heman demê de hejmara kesên ku ji Libnanê vegeriyane dighêje 631 hezarî.