Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî piştî QSD`ê fesix kir û ragihand ku xebatên entegrasyonê bi dawî bûye cara yekem axifî.
Mazlûm Ebdî pirsên rojnameya yenî yaşamêyên der barê pêşketinên dawî yên li Sûriyê, rola xwe ya nû, entegrasyon, pirsgirêkên parastinê û gelek mijarên din de bersivandin.
Mazlûm Ebdî diyar kir ew kesên ku dibêjin, "Ew teslîm bûn, tiştek nemaye," an jî berevajî vê, "tiştek neguheriye," şaş in û got:
"Divê ev rast were fêmkirin.
QSD`ê bi pêvajoyeke plansazkirî û gav bi gav li gorî peymana ku hatiye kirin tevlî artêşê bû.
Niha, wekî beşek ji artêşa Sûriyê, ew ê parastina vê herêmê bidomînin.
Em dikevin pêvajoyeke nû…
Bi rastî, sedema ku me qebûl kir ku di vê pêvajoyê de li Şamê bin, ew e ku em serkeftina wê misoger bikin, entegrasyonê bi dest bixin û piştrast bikin ku Kurd cihê xwe yê rast di dewletê de digirin."
"Cara yekem, Kurdî di perwerdeyê de bi fermî hatiye nas kirin"
Mazlûm Ebdî der barê zimanê Kurdî de jî destnîşan kir ku dema ku meriv li pêşketinên fermî yên ji bo zimanê Kurdî ji damezrandina Komara Sûriyê ve dinêre, gaveke girîng hatiye avêtin û ev anî ziman:
"Ji bo cara yekem, Kurdî di perwerdeyê de bi fermî hatiye nas kirin û ne tenê dersên zimanê Kurdî, lê di heman demê de hin mijarên din jî di nav mufredatê de cih girtine, ku rê dide zarokan ku bi Kurdî perwerdehiyê bibînin.
Ev gav erênî ne û yekem in, lê ew ji bo me ne bes in; wekî gelê Kurd, divê em têkoşîna xwe bidomînin."
"Di navbera me û Tirkiyê de têkilî û kanalên diyalogê hene"
Mazlûm Ebdî diyar kir ku di vê pêvajoya nû de, divê têkiliyên wan bi Tirkiyê re jî baştir bibin û ji nû ve werin nirxandin û wiha domand:
"Îro, di navbera me û Tirkiyê de têkilî û kanalên diyalogê hene.
Niha, ev pêvajo divê li ser bingehek xwezayî û avaker bimeşe.
Di vê çarçoveyê de, têkiliyên avaker bi Tirkiyê re dê hem di berjewendiya tevahiya Sûriyê de be û hem jî di berjewendiya gelê Kurd de be."
"Peymana ku ji bo herêmên din hatiye kirin, divê ji bo Efrîn jî derbasdar be"
Mazlûm Ebdî ji bo Efrîn û Serê Kaniyê jî nirxandin kır.
Mazlûm Ebdî da diyarkirin ku peymana ku ji bo herêma Cizîr û Kobanê hatiye kirin, divê ji bo Efrîn jî derbasdar be.
"Mînak, di warê perwerdeyê de, divê sîstema perwerdeyê ya li Efrîn û vir de jî wekî hev be.
Li Efrîn hin pirsgirêk hene di warê beşdarbûna gel di ewlehî û rêveberiya herêmî de û ji bo çareserkirina wan jî hewl tê dayîn."
"Tedbîrên pêwîst hatine girtin û vegera xelkê Serê Kaniyê dê pêk were"
Mazlûm Ebdî ji bo mijara vegera Serê Kaniyê jî da zanîn ku heta niha veger bo Serê Kaniyê çênebûye.
"Berê, hin kom, aliyên dijî entegrasyonê û yên ku li dijî peymana bi dewletê re hatibûn kirin, astengî çêkirin û nexwestin ku gel vegere.
Lêbelê, tedbîrên pêwîst hatine girtin û vegera xelkê Serê Kaniyê dê gav bi gav, bi awayekî plansazkirî berdewam bike û ev pêvajo dê biqede."