Îsraîl: Filistîniyek dema hewl da êrîş bike hat kuştin

Polîsên Îsraîlê ragihand ku ciwanekî filistînî hewl da bi kêrê êrîşî endamên wê û yên hêzên parastina sînor bike, hat kuştin.

reset font size increase font size

Polîsên Îsraîlê berbanga îro ragihand ku li herêma Bab El Amûd ê bajarokê Kevin ê Qudsê ciwanekî filistînî bi guleyên hêzên wê hat kuştin.

Polîsan îdia kir ku ciwanê filistînî hewl da bi kêrê êrîşî polîsan û hêzên parastina sînor ên Îsraîlê bike.

Di daxuyaniya hevbeş a Polîsên Îsraîlê û hêzên parastina sînor de hat gotin "Hêzên li derdora Bab El Amûd operasyoneke terorî pûç kir."

Her wiha hat îdiakirin ku ciwanê filistînî bi alaveke tûjî nêzî endamên hêzên ewlekarî û şaredariyê bû û hewl da êrşî wan bike.

Li gorî daxuyaniyê, polîsan û hêzên parastina sînor gule avêtin wî ciwan û di cih de hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di bûyerê de zerar li endamên polîsan û hêzên parastina sînor nebû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye