Cemîl Bayik: Pêkhatina bîranîna şehîdan ji bo rêveçûna erênî pêwîstî bû

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik der barê bîranînên şehîdên PKK`ê yên têne lidarxistin û pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de axivî. Cemîl Bayik diyar kir ku pêkhatina bîranîna şehîdên PKK`ê di vê pêvajoyê de ji bo rêveçûna erênî, pêwîstî bû. Her wiha Bayik anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo wan gelekî girîng e. Têkildarî pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayinde jî got: "Di çareseriya pirsgirêka Kurd de saziya diyarker bêguman wê meclîs be. Avêtina gavên demokratîk girîng e ku vê bêçekbûnê pêk bîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkildarî bîranînên şehîdên PKK`ê ku têne lidarxistin û pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de ji ANF`ê re axivî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bo bîranînên şehîdên PKK`ê ku têne lidarxistin sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û wiha axivî:

"Pêkhatina bîranîna şehîdan di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo rêveçûna erênî, pêwîstî bû.

Ji ber ku eger pêvajo bi pêş ve biçe wê çûyîna gerîla ya ber bi Tirkiyê ve bikeve rojevê.

Ji bo nîqaş û spekulasyonên cuda piştre rû nedin ev bîranîn hatin lidarxistin.

Eger îro Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk bi dewleta Tirk re diaxive;

pirsgirêka Kurd ji sêdarê bir ser maseyê,

ya ku ev da kirin têkoşîna şehîdên me ye."

Cemîl Bayik: Avêtina gavên demokratîk girîng e ku vê bêçekbûnê pêk bîne 

Der barê Qanûna Çarçoveyê ya ku li Meclîsê hatin qebûlkirin de, Bayik diyar kir ku wan ev qanûn, wekî "qanûna destpêkê ya pêvajoyê" dîtine.

Bayik cihnegirtina peyva Kurd di qanûnê de jî rexne kir û ev anî ziman:

"Me ev qanûn red nekir, lê belê kêm û kurt dît.

Ev qanûn ne qanûneke welê ye ku bi yekalî bikeve meriyetê.

Qanûneke ku bi nîqaş û muzakereyên navbera dewlet û Îmralî û Tevgera me wê bikeve pratîkê.

Naxwe rewşeke welê nîne ku bê gotin, çekê dîne û bê.

Bêguman me jî bêçekbûn û tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk qebûl kiriye.

Avêtina gavên demokratîk girîng e ku vê bêçekbûnê pêk bîne."

Cemîl Bayik: Bi vê qanûnê re desthilatdarî kete bin soz û peymana çareseriyê

Cemîl Bayik destnîşan kır ku bi vê qanûnê re desthilatdarî kete bin soz û peymana çareseriya pirsgirêkê.

"Ya ku em girîng dibînin ev e. Bi vê qanûnê re desthilatdarî kete bin soz û peymana çareseriya pirsgirêkekê ku zêdeyî 50 sal in dewam dike.

Ev jî demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd e."

Cemîl Bayik: Azadiya fîzîkî ya abdullah ocalan ji bo wan gelekî girîng e

Cemîl Bayik diyar kir ku statu û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo wan gelekî girîng e, ji ber ku ew berpirsyariya destpêkirina vê pêvajoyê ye û got:

"Me biryar da ku ev pêvajo divê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin.

Heta ku ev pêk neyê, ji aliyê pêşvebirina pêvajoyê ve ne tevgera me ya azadiyê ne jî gelê me dikare bêne îqnakirin.

Devlet Bahçelî got, divê bibe Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê.

Ev ne tenê nêrîna Devlet Bahçelî ye.

Nêrîna desthilatdariyê jî bû."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye