PSG bi 4 golan Barcelona têk bir

Di derbiya Lîga Şampiyonan de, PSG Barcelonayê bi 4-2 têk bir. Ev yekem têkçûna tîma Katalan a vê sezonê bû. Liverpool Villarreal 4-3 têk bir Liverpool ji kêmasiya du golan vegeriya û maç qezenc kir. Manchester City AEK Athens 5-1 têk bir û Phil Foden hattrick kir. Duh êvarî di Lîga Şampiyonan de neh maç hatin lîstin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya sêyemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, Paris Saint-Germain mazûvaniya Barcelonayê kir.

Dembele, Kvaratskhelia, û Marquinhos nikarin li PSG berdewam bikin

Dani Olmo gihîşt 100 maçan

Dani Olmo maça xwe ya 100`emîn ji bo Barcelonayê lîst.

Lîstikvanê navendî yê 28 salî di sala 2024'an de ji Leipzigê hatibû veguhastin.

Ji aliyê din ve, Olmo ji ber birîndarbûnê nekarî maçê bidomîne û di deqeya 27`an de Fermin Lopez şûna wî derbasî maçê bû.

Di derbiya Lîga Şampiyonan de, PSG Barcelonayê bi 4-2 têk bir. Ev yekem têkçûna tîma Katalan a vê sezonê bû. 

Di maçên lîga Şampiyonan de bi gelemperî golên zêdetir hene

Zêdebûna hejmara golan di Lîga Şampiyonan a UEFA`yê de, ku bi formata nû di sezona sala 2024-25`an de dest pê kir, vê sezonê berdewam dike.

Di maçên ku heta niha di vê sezonê de hatine lîstin de bi tevahî 187 gol hatine avêtin.

Duh êvarî di Lîga Şampiyonan de neh maç hatin lîstin. Di van maçan de bi tevahî 31 gol hatin avêtin.

Encamên maçên Lîga Şampiyonan ên duhî wiha ne:

Fenerbahçe 2-2 Slavia Prague

Sabah FK 1-2 Borussia Dortmund

Roma 4-0 Slovan Bratislava 

Porto 0-1 PSV Eindhoven

Liverpool 4-3 Villarreal

Manchester City 5-1 AEK Atîna

PSG 4-2 Barcelona

Napoli 4-3 Bodø / Glimt

VfB Stuttgart 1-1 Atlético Madrid

Îşev jî 9 maçên Lîga Şampiyonan hene. Maça yekem ya Lille û Galatasaray saet 19:45`an dest pê bike, û maçên mayî jî saet 22:00`an dest pê dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye