Ji 32 klûban, 16 klûb derbasî asta duyemîn a Kûpaya Cîhanê ya Klûbê bûn.
Ev cara yekemîne ku 32 klûb di Kûpaya Cîhanê ya Klûbê de bi hev re dilîzin.
Kûpaya Cîhanê ya Klûbê di 14ê hezîranê de, bi beşdarbûna 32 klûban destpê kir, ew klûb li ser 8 koman hatin belavkirin û di dawiyê de 16 klûb derbasî asta duyemîn bûn ew jî ev in:
Flamengo, Bayern Munich, Juventus, Manchester City, Paris Saint-Germain, Botafogo, Palmeiras, Inter Miami, Benfica, Chelsea, Borussia Dortmund, Fluminense, Inter Milan, Monterrey, Real Madrid û Al Hilal.
Bernameya maçên tûra 16an a Kûpaya Cîhanê ya Klûbê, dê ji 28ê Hezîranê roja şemiyê wê destpê bike û heta 1ê Tîrmeha 2025an wê berdewam bike.
Maçên asta duyemîn hatin diyarkirin ew jî bi vî awayî ne:
Palmeiras × Botafogo
Benfica× Chelsea
Fluminense × Inter
Manchester City × Al Hilal
Paris Saint-Germain × Inter Miami
Flamengo × Bayern Münih
Borussia Dortmund × Monterrey
Real Madrid × Juventus
Egîd Xelîl