Eraqçî: Em ji dîplomasiyê re amade ne û emê parastina xwe jî bikin

Hêviya Îran û Amerîkayê ku vegerin ser maseya dan û standinan, gelekî kêm e. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku ew ji dîplomasiyê re amade ne û dê parastina xwe jî bikin. Ebas Eraqçî tekez kir ku eger Amerîka pabendî mercên Îranê bibe, her tişt dê vegere rewşa xwe ya asayî. Eraqçî da zanîn ku wan hîn bersiva navbeynkariyê ji Erebistana Siûdî û Hûsiyan negirtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de, berdewam dike.

Di gotarekê de ku roja Çarşemê ji aliyê rojnameya Financial Times ve hat weşandin, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku Îran dixwaze nakokiyê bi awayekî aştiyane çareser bike û wiha got:

"Her çend Îran bi awayekî xurt pabend e ku ji bo nakokiyê çareseriyeke aştiyane û birûmet bibîne, lê em ji bo parastina xwe jî bi temamî amade ne."

Ebas Eraqçî da zanîn ku Koşka Spî ti daxwazek ji bo gihîştina lihevkirinekê nîşan nedaye; ev jî nîşan dide ku şert û mercên heyî, hêviya pêşveçûnekê di danûstandinan de nahêlin.

Eraqçî: Ger Amerîka dilsoz be dê pabendî mercên me bibe

Di civîneke li bjarê Severn ê Îranê de, Eraqçî bersiva nûçegihanan da û li ser pirsa bersiva Îran ji bo Amerîkayê çi ye, wiha got:

"Me plana xwe pêşkêşî Dewletên Yekbûyî kir.

Ger ew der barê danûstandin û vekirina Tengava Hurmizê de dilsoz bin, divê ew pabendî mercên me bin, da ku her tişt vegere rewşa xwe ya asayî."

"Me hîn bersiva navbeynkariyê ji Erebistana Siûdî û Hûsiyan negirtiye"

Hemwextî vê, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî behsa aloziya di navbera Hûsî û Erebistana Siûdî de kir.

Ebas Eraqçî diyar kir ku wan hîn jî ti bersivek, ne ji Hûsî û ne jî ji Erebistana Siûdî, der barê navbeynkariya welatê wî de ji bo bidawîbûna şer, negirtiye.

Ebas Eraqçî da zanîn ku bersivnedana Hûsiyan li hember pêşniyara navbeynkariyê "asta serxwebûnê" ya vê koma Yemenî di girtina biryarên xwe de, nîşan dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye