Lezgin

DAÎŞ 115 operasyon li Sûriyê pêk anî

reset font size increase font size

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka sala 2025`an heya niha, DAÎŞ 115 operasyon li Sûriyê pêk anî.

Di dema dawî de DAÎŞ`ê sûd ji tevliheviya ku li Sûriyê diqewime girt û liv û tevgera xwe zêde kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku di nava 6 mihan de DAÎŞ`ê 115 operasyonên çekdarî û teqîn li Sûriyê pêk anî.

SOHR ragihand ku di van operasyonan de 42 kesan jiayan xwe jidest dane:

27 ji Hêzên Sûriya Demokratîk û saziyên leşkerî yên girêdayî wê ne, di heman reportê de jî hatiye ku di van 6 mehan de 8 çekdarên DAIŞ'ê û 7 welatiyên sîvîl jî hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku tevahiya oprasiyonên DAÎŞ`ê li Raqqa, Dêr El Zor û Hesekê pêk hatine.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24