Kîevê balafirên şer ên Rûsyayê Su-34 kir armanc

reset font size increase font size

Artêşa Ukraynayê ragihand ku li baregeha hewayî ya Rûsyayê daye. Di encamê de 4 balafirên şer Su-34 ên Rûsyayê ji nav hatine birin. Hate zanîn ku ew cihên ku hatine armanc girtin cihê çêkirina balafirên şer ên cur be cur ê Rûsyayê ye.

Artêşa Rûsyayê piştrast kir ku di şeva înê de heya berbanga sibeha şemiyê 31 balafirên bêmirov ê Ukraynayê anîne xwarê.

Di heman demê de di êrişên Rûsyayê de, li ser bajarê Semer a pîşesaziyê ya li başûr rojhilatê Ukraynayê  herî kêm 5 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Her du aliyan di danûstandinên Stenbolê yê 2’yê Hezîranê de li hev kiribûn ku 6 hezar termên leşkerên  xwe pevbiguherin. Lê tevî vê yekê jî di navbera her du aliyan de şer berdewam e.

Rustem Elîko

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye