Lezgin

Di êrîşa Xezeyê de 11 kes hatin kuştin

reset font size increase font size

Li gor çavkaniyên nexweşxaneya Şîfa ya li Xezeyê, îro serê sibehê artêşa Îsraîlê êrîşî dibistaneke koçberan li rojavayê Xezeyê kir. Di encamê de 11 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên tendirustî yên li nexweşxaneya Şîfa, îro ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîşî rojavayê Xezeyê kir. Di encamê de 11 kes hatin kuştin ku piraniya wan zarok bûn.

Duh li Xezeyê 100 kes hatin kuştin

Her wiha çavkaniyên Filistînî ragihandin ku di encama topebarana Îsraîlê de ya li ser çend deverên Xezeyê duh, nêzîkî 100 Filistînî hatine kuştin.

Trump: Em ê li Xezeyê agirbestê pêk bînin

Hemwextî van bûyeran serokê Amerîkayê Donald Trump duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo agirbestek di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk bê, bi rayedarên Îsraîlî re diaxive.

Ji destpêka êrîşan ve 189 hezar Fîlîstînî hatine kuştin

Ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’yan de, nêzî 189 hezar Filîstînî hatine kuştin û 11 hezar windayî hene. Her wiha bi 100 hezaran mirov ji malê xwe derketin û gelek kes ji ber birçîbûnê di nav de zarok jî jiyana xwe ji dest dane.

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24