DYA'yê hişyarî da xebatkarên xwe yên baregeha Qeterê

DYA'yê hişyarî da xebatkarên xwe yên li Baregeha Hewayî ya El Udeid a Qeterê ku heta êvara Çarşemê ji wir derkevin, ji ber ku tê payîn ku mudaxileyeke gengaz li xwepêşandanên Îranê çêbibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku Reutersê ji çavkaniyên dîplomatîk wergirtiye, DYA hişyarî da xebatkarên xwe ku heta êvara Çarşemê ji Baregeha Hewayî ya El Udeid a Qeterê derkevin.

Li gorî nûçeyê, dîplomatan gotiye ku ev ne valakirineke fermî ye, tenê "guhertineke rewşî" ye. Reutersê nivîsand ku balyozxaneya DYA'yê û Wezareta Derve ya Qeterê hîn bersiva daxwazên piştrastkirinê nedane.

Baregeha El Udeid mezintirîn baregeha DYA'yê li Rojhilata Navîn e ku nêzîkî 10 hezar leşker lê dimînin.

Par, hin xebatkar û malbatên wan hefteyek berî êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê ji baregehên li Rojhilata Navînê hatibûn veguhastin. Piştî êrîşên Îranê mûşek avêtibûn baregeha li Qeterê. Karbidestekî payebilind ê Îranî diyar kir ku wan welatên herêmî agahdar kiribû ku heke Washington destwerdanê bike, ew dikarin baregehên DYA'yê li herêmê hedef bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye