Şeva 20`ê Nîsanê, li Bexdayê hevpeymaniya ku nûnertiya piraniya aliyên Şîe dike, li ofîsa Serokê Tevgera Hikme ya Îraqê Emar Hekîm civiyan.
Lê belê alî li ser namzetê serokwezîrtiyê li hev nekirin û civîn ji bo 22`yê Nîsanê hat paşxistin.
Civîna ku bi amadebûna 12 endamên Çarçoveya Hevahengiyê hat lidarxistin 2 seatan dewam kir.
Aliyên di civînê de amade bûn li ser yek ji 2 namzetan li hev nekirin.
Namzetê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û Basim Bedrî û namzetê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê Îhsan Ewadî û Mihemed Şiya Sûdanî bûn.
Li gorî agahiyan, di civînê de dengdana fermî nehatiye kirin lê aliyan nêrînên xwe li ser namzetan anîne ziman.
Ji bo namzetekî 8 deng pêwîst bûn lê ev rêje pêk nehat.
Basim Bedrî piştgiriya 7 lîderan û Îhsan Ewadî jî piştgiriya 5 lîderan bi dest xist.
Nakokiya sereke li ser wê yekê ye ku ka dê dengdan li ser bingeha "her hêzeke siyasî" be yan jî li ser bingeha "hejmara kursiyên li parlamentoyê" be.
Sedemeke din a bipaşxistina ragihandina namzet, tirsa ji helwesta parlamentoyê ye.
Alî ditirsin ku eger bi lihevkirineke tam neçin parlamentoyê, kabîneya hikûmetê dengê pêbaweriyê nestîne.
Li gorî destûra Îraqê, divê serokwezîrê nû di nava 30 rojan de bername û kabîneya xwe bibe parlamentoyê
Li gorî agahiyan, Çarçoveya Hevahengiyê heta roja şemiyê ya bê, dem li ber destê wê heye da ku namzetê xwe diyar bike.
Basim Bedrî û Îhsan Ewadî kî ne?
Basim Bedrî:
Sala 1964`an li Bexdayê ji dayîk bûye.
Doktoraya wî di warê çandiniyê de ye.
Rêvebirê Desteya Lêpirsîn û Dadweriyê ya Îraqê ye.
Îhsan Ewadî:
Sala 1976`an li Dîwaniyeyê ji dayîk bûye.
Mastera wî di warê endezyariyê de heye.
Di navbera salên 2010-2014`an de parlamenter bû.
Rêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Îraqê bû.