Şerê daxuyaniyan di navbera Sûriyê û Hizbulaha Libnanî de dest pê kiriye.
Duh Wezareta Karê Hundir a Sûriyê ragihand ku wan komeke ji çekdarên Hizbulahê girtine.
Li gorî dîmenên ku Wzaretê li ser malpera xwe parve kirine 11 kes hatine girtin.
Daxuyaniya Wezareta Hundir a Sûriyê bi vî rengî ye:
“Wezareta Karên Hundir di hemleya ewlehiyê ya dawî de, şaneyek terorîstî ya girêdayî milîsên Hizbulahê ji hev xist.
Di nav kesên ku hatine girtin de, kesek rasterast berpirsiyariya wî bi dosyaya kuştinê re hebû.
Wî kesî çavdêriya pêşxistina planan û destnîşankirina armancan dikir.
Her wiha berpirsiyarê operasyonên meydanî bû.”
Beriya vê daxuyaniyê jî Wezareta Hundir a Sûriyê daxuyaniyek wisa dabû:
“Yekîneyên taybet gelek alavên leşkerî yên endamên şaneyek Hizbulahê desteser kirin.
Di nav wan de teqemeniyên destçêkirî (IED) yên amade ji bo teqandinê, avêjerên RPG, tifingên otomatîk, mîqdarên bombeyên destan û cebilxane hebûn.
Şane di asta herî bilind a amadebûnê de bû ji bo ku dest bi pêkanîna ajandaya xwe ya wêranker bike.”
Hizbulah: Di nav axa sûriyê de çalakiyên me tune ne
Li aliyekî din Hizbulahê daxuyaniyek berovajî van axaftinan da.
Hizbulahê diyar kir ku hin kes hene dixwazin di navbera gelên Sûrî û Libnanî de alozî û pevçûnan derxînin
Her wiha got ku her gefek li ser ewlehiya Sûriyê gefek li ser ewlehiya Libnanê ye.
Hizbulah daxuyanî bi van axaftinan parve kir:
Hizbulah tohmetên bê bingeh ên Wezareta Navxweyî ya Sûriyê red dike.
Çalakiyên Hizbulah di nav axa Sûriyê de tune ne, dubarekirina van îdiayên ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Sûriyê pirsên cidî derdixe holê.
Her wiha ev îdia piştrast dikin ku hin kes dixwazin di navbera gelên Sûriyê û Libnanê de alozî û nakokiyan gur bikin.
Hizbulah diyar kir ku ew tenê ewlehî û aramiyê ji bo Sûriyê û gelê wê dixwaze û wiha lê zêde kir:
Hizbulah qet nebûye yek ji wan saziyan ji bo bêaramiya welatekî an jî hedefgirtina aramiya gelê wê bixebite.
Berovajî vê, Hizbulah dê her li dijî Siyonîstan û projeyên wan yên berfirehkirinê bisekine ku dixwazin axa Libnan û Sûriyê dagîr bikin.
Piştî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê û ketina Hizbulahê jî di nava vî şerî de, gelek agahî û şîrove hatin parvekirin li ser egera derketina şerekî di navbera Sûriyê û Hizbulahê de.
Niha dest bi daxuyaniyên dijber li dijî hev kirine.
Ev daxuyaniyên dijber yê di navbera Hizbulah û Sûriyê, di demekê de tê ku hîn jî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam e.