Ev gav piştî wê yekê hat ku hewldana Rûsya û Çînê ya ji bo paşxistina ji nû ve sepandina dorpêçên navneteweyî li ser Îranê duh li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî têk çû.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku ger Îran şertên rewa yên Troykaya Ewropî bicîh bîne, gengaz e ku ji nû ve rê li ber cezayên navneteweyî were girtin.
Lê Îranê duh bi rêya Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî Elî Xameneyî piştrast kir ku ew ê teslîmî zextan nebe.
Cezayên NY li ser Îranê, piştî ku di bin peymana nukleerî ya 2015'an de hatibûn rawestandin, wê îro êvarê ji nû ve werin sepandin.