Rojîn Kabaîş a 21 salî dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dixwend, di 27’ê îlona 2024’an de hat windakirin.
Cenazeyê wê di 15’ê cotmeha 2024’an de li berava Gola hatibû dîtin.
Ji roja Rojîn Kabaîş hat windakirin û vir ve, bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş bêwestan li mafê keça xwe digere û îro jî bi vê armancê li girtîgehê bi Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtinê bavê Rojîn Kabaîş, Nizamettîn Kabaîş, diyar kir ku Demîrtaş destnîşan kiriye ew bi malbata Kabaîş re ye û ji malbatê re gotiye dê parezarên wî jî bi doz û malbatê re eleqedar bibin.