Li girtîgeha Tekîrdagê zext û êrîşên sîstematîk

Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Bilind a Tîpa F- Hejmar 2 a Tekîrdagê tê ragirtin, diyar kir ku êrîşên li ser wan her roj zêde dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê tê ragirtin, 7’ê Mijdarê bi malbata xwe re bi rêya telefonê hevdîtin kir û got: "Zext û êrîşên li girtîgehê sîstematîk bûne."

Ozturk destnîşan kir ku kel û pelên wî hatine desteserkirin, li odeyan her roj lêgerîn tê ferzkirin.

Ozturk da zanîn ku li girtîgehê polîtîkaya tengasiyê tê meşandin û gav bi gav zemînê provokasyonê tê çêkirin.

Birayê Bakir Ozturk, Îbrahîm Ozturk xwest ku kesên li girtîgehan provokasyonê rêxistin dikin, bên eşkerekirin.

Îbrahîm Ozturk got, divê raya giştî, çapemeniya azad, rêxistinên mafê mirovan û Meclîsa Tirkiye binpêkirinan bike rojev û di vê çarçoveyê de şande biçin girtîgehan.

Herî dawî Ozturk zext, êrîş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, şermezar kir.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye