Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu duh di daxuyaniyekê de, ragihand ku Îsraîlê tabûtek ku cenazeyê dîlekî tê de ye ji Xezeyê wergirtiye.
Di daxuyaniyê de hat ravekirin ku Xaça Sor cenaze radestî Artêşa Îsraîlê û servîsa ewlehiyê ya Shin Bet kiriye û ew ê li Enstîtuya Neteweyî ya Tiba Edlî ya li Tel Avîvê were naskirin.
Ji aliyê xwe ve, Hemasê piştrast kir ku cenaze radestî Xaça Sor hatiye kirin û berdevkê wê Hazim Qasim, di daxuyaniyekê de got ku tevger wê ji bo temamkirina pêvajoya dan û standinê xebata xwe bidomîne.
Hemasê berê termên 9 ji 28 dîlên mirî yên ku li Xezeyê hatine girtin, radestî Îsraîlê kiribû.
Hemas: Em ji bo agirbesteke 3 heya 5 salan amade ne
Endamê buroya siyasî ya Hemasê Mihemed Nazzal jî di hevpeyvînekê de ji Reutersê re, got ku tevger ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê ji bo agirbestek 3 heta 5 salan amade ye.
Mihemed Nazzal rave kir ku armanca agirbestê ne amadekirina şerekî nû ye, lê dayîna asû û hêviyek rastîn ji Filistîniyan re ye.
Nazzal piştî pêkanîna darvekirinên giştî yên roja duşemê, tedbîrên ewlehiyê yên tevgerê li Xezeyê parast û destnîşan kir ku ew di dema şer de, tedbîrên awarte bûn û yên ku hatine darvekirin sûcdarên kujer bûn.
Di bersiva gotinên Nazzal de, Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku Îsraîl pabendî peymana agirbestê ye û berdewam dike ku erkên xwe bicîh bîne.
Daxuyaniya Îsraîlê wiha bû: "Hemas dizane cenazeyên dîlên me li ku ne û peyman zelal e, dem diqede divê Hemas çek deyne û ew pabendî plana 20 xalan bibe."