Îranê cezayê bidarvekirinê li du birayên cêwî birî

Dewleta Îranê bi tawana "sîxurtiya ji bo Îsraîlê" cezayê bidarvekirinê li du birayên cêwî yên bi navên Hesen û Husên Emîrî birî.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Dewleta Îranê li dijî dijberan, taybet jî Kurdan, lez daye girtin û bidarvekirinê.

Herî dawiyê jî hate ragihandin ku birayên cêwî Hesen û Husên Emîrî bi tawana "sîxurtiya ji bo Îsraîlê" cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn.

Li gorî medyaya mafên mirovan, Hesen û Husên Emîrî, birayên cêwî yên 20 salî li girtîgeha Qezel-Hesar a li Kerecê dihatin ragirtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Hesen Emîrî di 19'ê adara 2026'an de li xaleke kontrolê, piştî ku endamên ewlehiyê wêneyê cihekî bombebarankirî di telefona wî dîtine, hatiye girtin.

Rêxistinê nivîsand, ku ji bo wergirtina îtîrafên derewîn ji Hesen û gotina ku birayê wî yê cêwî Husên gelek wêne li ser laptopa xwe dihiştin, êşkence lê hatiye kirin.

Laptopa her du birayan jî tune ye.

Rêxistina mafên mirovan a Îranê ragihand ku îdianameya li dijî her du birayan li ser bingeha temaşekirina wêneyên avahiyên zirardar hatiye vekirin.

Li gorî raporên ku hatine weşandin, her du bira di "Odeya 35" a girtîgeha Qezel Hesarê de bi awayekî cuda têne girtin û mafê wan ê serdana hev nayê dayîn.

Îranê biryara bidarvekirinê li xwepêşanderekî birî

Dewleta Îranê heman ceza li welatiyê bi navê Elî Kemalî jî birî.

Li gorî ajansa Nûçeyan a HRANAyê, Elî Kemalî yek ji beşdarvanên xwepêşandanên giştî yên vê dawiyê bû, ku di girtîgeha Tehrana mezin de girtî ye.

HRANAyê diyar kir ku ji aliyê Şaxê 26'an ê dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn.

Elî Kemalî li Malezyayê niştecih bû.

Tenê çend rojan piştî vegera xwe ya ji bo Îranê, di dema xwepêşandanên giştî yên Tehranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye