Ji dîrokê ve jinan çandinî bi pêş xistiye û bi rêya çandiniyê çanda bi hev re karkirinê derxistine pêş.
Niha jî li Başûrê Kurdistanê heman jiyana bi hev re karkirinê di zeviyan de li pêş e.
Jinên kedkar ên ji Helebçe û Rojavayê Kurdistanê, rojane di nava zeviyên çandiniyê yên li Şarezûr û Pênciwênê de mil bi mil kar dikin.
Deşta Şarezûrê yek ji deverên herî dewlemend ên çandiniyê yên Başûrê Kurdistanê ye.
Li wan zeviyan berhemên xwemalî tên hilberîn û dibin debareya bi hezaran malbatan ku bi rêya wê jî hêza jin derdikeve.
Karker Niştîman Elî ya ji Başûrê Kurdistanê diyar kir ku, ew bi saetên dirêj kar dikin û berhemên weke kulind, bacanê sor, xiyar û berhemên werzî hildiberînin.
Newroz Kobanê ku xelka Rojavayê Kurdistanê ye behsa hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê û tevlîbûna xwe ya di nav kar de dike.
Zeviyên Başûrê Kurdistanê jiyana xwezayî û berhemên xwemalî ji nû ve vedijînin.
Her wiha ji dewlemendiya xaka Kurdistanê debareya xwe dikin.