Duh danê êvarê li navçeya Dulkadîrogluyê ya bajarê Mereşê Hakan Yilmaz çû mala hevjîna xwe ya berê Fatma G. û piştî nîqaşekê bi çeka xwe ew kuşt.
Pişt re jî Yilmaz çû taxa Namik Kemalê û gule li xesûya xwe ya berê Gulîstan G. û keça xwe ya neheq Eda Nur reşand.
Tîmên tenduristiyê dan zanîn ku Gulîstan G. û Fatma G. jiyana xwe ji dest dane û termên wan birine morga Saziya Tiba Dadê ya Mereşê. Her wiha Eda Nur jî bi giranî birîndar bûye.
Yilmaz dema dît ku dê polîs wî bigirin xwest xwe bikuje lê bi ser nexist. Piştî mudexeleya ewil ya tîmên tendûristiyê Yilmaz rakirin nexweşxaneyê ye û hat gotin ku rewşa wî jî girane.