Dem Partî amadekariya kongreyê dike: Dê konferansa jinan pêk bê

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), amadekariyên xwe yên ji bo 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ku wê di 20ê Îlonê de li Enqerê pêk bê, didomîne. Di çarçoveya wan amadekariyan de DEM Partiyê eşkere kir ku dê Konferansa Navendî ya Jinan li dar bixe Ev daxuyanî jî ji Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ve hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

DEM Parti amadekariyên xwe yên ji bo 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ku wê di 20ê Îlonê de li Enqerê pêk bê, didomîne.

Di vê çarçoveyê de dê beriya Kongreya Mezin ya DEM Partiyê Meclîsa Jinan ew ê li Enqerê Konferansa Navendî ya Jinan li dar bixin.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li navenda giştî ya partiyê xwe daxuyanî da.

Halîde Turkoglu da zanîn ku di 20-21ê Tebaxê de jî ew ê li Enqerê Konferansa Navendî ya Jinan li dar bixin û beriya kongreya DEM Partiyê ew ê bi jinan re civînên taybet pêk bînin.

Jin dê li ber parlementoyê daxuyaniyekê bidin

Halîde Turkoglu bi bîr xist ku 11 Tîrmehê salvegera şewitandina çekan e û dê jin 11 Tirmehê li ber parlementoyê bên gel hev û daxuyaniyekê bidin.

Berdevka Meclisa Jinan dibêje: “Divê meclis guh bide daxwazên jinan û li gor wê gavên pêwîst biaveje.”

Her wiha DEM Parti armanc dike ku berî kongreya ku wê di 20ê Îlonê de li Enqerê pêk bê, bi rêya konferansa jinan, konferansa navendî û hevdîtinên tematîk nexşeya rê ya serdema nû diyar bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye