Pirsgirêka sergirtina jinan di nîqaşên li ser pêşeroja Îranê de mijareke sereke ye.
Duh, medyayên Îranê li dijî jinên ku li girava turîstîk a kişê, serî vekirî beşdarî maratonê bûne, hişyarî dabûn.
Îran du orgenîzetorên mertoniya li kîşê girtin
Ajansa RT ragihand ku Îranê bi idîaya paşguhkirina normên îslamî li girava turîstîk a Kişê, eşkere kiribû ku ew ê tedbîrên qanûnî li dijî paşguhkirina van rêzknameyan bigre.
Dadweriya Îranê roja Şemiyê ragihand ku piştî ku wêneyên jinên ku serî vekirî pêşbirkê dikin derketin holê, du organîzatorên maratonek li Girava Kish girtine.
Dozgeriyê organîzator bi paşguhkirina hişyariyên ji rayedarên herêmî û federasyona werzîşê ku jinên beşdar bi rêziknameyên cil û bergan ve girêdayî bin, tewanbar kir.
Maratona roja înê li girava turîstîk a Kişê ji bo balkişandina turîstîk hat lidarxistin.
Li maratonayê zêdetirî 5 hezar kes başdar bûn ku du rêyên cuda ji bo mêr û jinan hatibû dabeş kirin.
Di saalan dawîyê de, hejmareke zêde ya jinan li Îranê dev ji rêgezên sergirtina jianan berdan bi taybetî jî piştî protestoyên ku di sala 2022'an de dest pê kirin.
Her wiha beriya sê saln jî, piştî kuştina jina ciwan a Kurd Mahsa Amînî bi îdîaya binpêkirina rêzknamyên cil û bergan li Îranê ji alîyê komara Îsamî ve hate kuştin. xwepêşandanên girseyî li îranê pêk hatin.