Di xwezayê de hemû hebûn, xwedî mekanîzmaya xweparastinê ne.
Mirov jî hem yek bi yek û hem jî wekî civak, ji bo jiyana xwe berdewam bikin pêwîstiya wan bi xweparastinê heye.
Di civakê de hebûna herî zêde rastî êrîşê tê jin e. Ji ber vê jî bi taybet ji bo jinan, xweparastin pêwîstiyeke jiyanî ye.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em ê di vê doseyê de balê bikişînin ser rola jinan di xweparastinê de û bi taybet jinên Herêma Başûrê Kurdistanê.
Jina Kurd di parastina jinê de bi rola pêşeng radibe
Pergala baviksalar hemû nirxên jinê dizîye û li ser wê kedê desthiladariya xwe didomîne.
Jin ji bo xwe biparêzin û mafê wan ê ku hatiye dizîn vegerînin xwe ji aliyê leşkerî, civakî, siyasî û aborî de rêxistin dikin.
Taybet jî ji van rêxistinbûnan yek jî mînaka jina kurd e.
Ji ber jinên Kurd di hemû deman de îspat kirine ku parastina netewe û welat bi parastina îradeya jinan destpê dike.
Di dîroka jinên Kurd de, xweparastin ne demkî ye, çandekî berxwedanê ye.
Jinên Kurd ji bo parastina xwe li çiya û li nav bajaran têkoşîna xwe dimeşînin.
Mînaka vê têkoşînê jî bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şênber bûye.
Fikrê Abdullah Ocalan ji jinê re rêya têkoşînê vekir
Di dîroka hemdem a Kurdistanê de gelek jinên kurd li hember hişmendiya baviksalar têkoşiyane, lê ev têkoşîn carnan demkî, carnan jî di asta şexsî de maye.
Lê bi derketina holê ya PKK`ê û paradîgma Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan ve jinan taybet jî jinên Kurd li gor rastiya xwe careke din derketin ser dîka dîrokê.
Bi vê paradîgma û felsefeyê jinan piştî hezarê salan, zincîrên xwe yê koletiyê şikandin û ji bo parastina hebûna xwe bûn xwedî hêz û rêxistin.
Rastiya jiyanê ku di kesayetiya jinan de hatibû windakirin, bi berxwedana gerîla û şervanên jin ji nû ve hate bidestxistin û van jinan hebûn û jiyan gihandin rastiyeke nû.
Li Başûrê Kurdistanê jina kurd xwedî parastin û hêz e
Li Başûrê Kurdistanê gelek jinên şoreşger hene ku ji bo parastina jinan û hebûna neteweya xwe di nav refên Pêşmerge de serî hildane û ji dîroka jinê re bûne mîrateyek.
Di dema şerê DAIŞ ê de, şervanên jin ên Gêrîla û Pêşmerge di parastian Başûrê Kurdistanê de, bi roleke sereke rabûne. .
Yek ji wan jina bi navê Naske Tofîq e.
Ev jina berxwedêr û pêşeng di salên 80’yan de bê rawestan di nav refên Pêşmerge de ji bo parastina gelê xwe şer kiriye.
Li gel wê jina Aşûrî Margaret Gorcis ku di salên 60’î de di nav refên Pêşmergeyên Kurdistanê de li dijî hikûmeta Iraqê şer kiriye.
Di nava Pêşmergeyan de jinan xwe weke lîwayan rêxistin kirin.
Niha li Başûrê Kurdistanê, jinên pêşmerge lîwayeke 400 kesan pêk tê ava kirine.
Ev lîwa di sala 1996’an de hate avakirin û ser bi hêza 70 ya Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve ye.
Ji sala 2003’an ve jî heya niha jin bi awayekî çalak, di nava asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê û Polîsên Trafîkê de cih digirin.
Li Başûr jinan li dijî DAIŞ`ê şer kir
Di heman demê de 2014`an de yek ji wan jinên herî qehreman ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de rolek mezin lîst, Fermandara pêşmerge Rengîn Yûsif bû ku li eniyên şer yên Kerkûkê birîndar bû û piştre jî şehîd ket.
Jin li her çar beşên Kurdistanê pêşengên parastinê bûn û mînakên wan hêzan gelek in ku niha bi rola xwe ya parastinê li dijî dijmin û dagirkeran sekinîne.
Dîsa di sala 1992`an de û heta niha YJA-STAR Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeran diparêze, herî dawî jî ji bo parastina Hewlêr, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê bi erka xwe ya pêşengtî rabû. Di avakirina YJŞ`ê de bi rola pêşengtî rabû.
Li aliyekî din jî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) piştî di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir, weke bersiv parastina xwe ya cewherî bi navê YJŞ`ê ragihandin.
Jinên Êzîdî yên tevlî YBŞ’ê bibûn, xwe weke Yekîneyên Jinên Êzîdî rêxistinkiribûn, piştî demeke kurt navê xwe weke Yekîneyên Jinên Şengalê guhert û navê xwe kirin YJŞ’ê.
“Azadiya jinê bi parastinê pêk tê”
Niha jî jinên Başûrê Kurdistanê li Mexmûr, Şengalê û Silêmaniyê û hineke bajarên din, li dijî gefên dagirkerên Kurdistanê xwedî rêxistin û parastinê ne.
Rêber Apo dibêje: “Azadiya civakê bi azadiya jinan ve girê dayî ye. Ev azadî jî tenê bi xweparastinê pêk tê.” Jinên Kurd jî di cîhanê de wek sembola berxwedanê û xweparastinê pêşengtiyê ji têkoşîna azadiya jinê re dikin